Amerîkayê li nuqteyên Îranê yên nêzî Tengava Hurmuzê da
Artêşa Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmuzê li pergalên parastinê û ferîbotên Îranê xist.
Artêşa Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmuzê li pergalên parastinê û ferîbotên Îranê xist.
Li gorî raporên çapemeniyê yên Amerîkayê, vê êvarê artêşa Amerîkayê li dijî nuqte û pargalên parastinê yên leşkerî yên Îranê yên li derdora Tengava Hurmuzê rêze derbe pêk anîne.
Malpera "Axios" ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Amerîkayê diyar kir ku artêşa Amerîkayê li 2 nuqteyên nêzî Tengava Hurmuzê li pergalên parastina mûşekan û asîmanî û ferîbotên bilez ên Artêşa Pasdarên Îranê daye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku operasyon wek bersivek li ser êrişeke li dijî keştiyeke konteynerê ya sivîl a bi ala Qibrisê dema ku ji Tengava Hurmuzê derbas dibû, pêk hat. Wê êrişî hişt keştî bişewite, zirarek mezin bi odeya ajotinê bibe û endamekî ekîbê jiyana xwe ji dest bide.
Çapemeniya Îranê jî ragihand ku di navbera 10 û 11 mûşekan li girava Qeşim a Îranê ketin û parêzgarê girava Hisên Emîr Teymûrî jî got hemû armanc leşkerî bûn û tu birîndarî çênebûn.